Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ev 4 roje ku girûpekî çiyager bêserşûne

11:44 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Gorî dawî zaniyariyan 2 kes ji girûpa 5 kesiye çiyagerên ku li çiyayê Rindole ya Şino yê de bêserşûn bibûn, hatine peydakirin, lê mixabin heya dema amadekirina wî nûçeyî, ti zaniyariyek li ser 3 kesên dinê çinîne û girûpên hewarêdehatina xelkê berdewamin li pey peydakirina wan 3 çiyageran de.

Gorî gotina xelkê û girûpên hewarêdeçonê û malbatên wê girûpa çiyager, ev li çiya yê Rindole kevtine ber Reniyê, piştre xelkê 2 kes ji wan bi navên “Mobîn Cesîmî” û “Selam Behmenyar” peyda kirine û 3 kes ji hevalên wan hêj nehatine peydakirin.

Ev 2 kesên ku ji aliyê xelkê ve hatine peydakirin, bo nexweşxana bajarê Şino yê hatine veguhestin.

Barîna berdewame berfê û rabûna bager û kurofê, gelek pêvajoya geryanê ji bo xelkê dijvar kiriye û heta parek ji xelkê bona peydakirina wan 3 çiyageran, canê xwe jî dêxne ber metirsiyê.

Xelk bi destê betal û bi nebûna îmkanatên destpêkî jî fidakariyê dikin û ev 4 roje di nava wê sir û seqemê de digerin daku bikarin canê wan 3 ciwanên çiyager xeles bikin, lê rejîma dîktator û dem û dezgehên peywendîdar ku heçî îmkanek jî ber destê wan heye, heya niha çi pêngavek nehavêtine.