Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ewlehî welatiyekî din li jêr îşkenceyan de kuştin

11:48 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Welatiyekî Xelkê Xuremabadê ku heyama 114 rojan berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve li bajarê Tehranê de bi tundutijiyê ve û bi birîndarî hatibû binçavkirin,  li jêr îşkenceyan de kuştin.

Pêka rapora Rêkxirava mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, ciwanekî xelkê bajarê “Xuremabad”ê ser bi parêzgeha Lurdistanê, yê bi navê “Îman Hesenwend” ê temen 30 salî ku 114 rojan berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên agahiya bajarê Tehranê ve hatibû binçavkirin roja Şemî 23 ê Befranbarê li jêr îşkenceyan de kuştin.

“Îman Hesenwend” li roja Pêncşemî 30ê Xermananê li dema êrîşkirina hêzên ewlehî yên rejîmê  bo ser taxa wan li bajarê Tehranê, bi tundûtîjiyê ve ew li halekê de ku birîndar jî bûye, binçav kiribûn û “Mecîd Rizayî” yê temen 32 salî yê xelkê Xuremabadê jî ku hewla xwerizgarkirin ji destê wan hêzên hov de dabû bi gulleyên şer li wî cihî de kuştibûn.

Hêzên ewlehî yên rejîmê gef li malbata “Îman Hesenwend” kirine ku nabe kuştina “Îman” midyayî bikin.