Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Birîtaniya rejîma Îranê haydar dikin

12:15 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Şerxwaziya rejîma Îranê û piştevaniya rejîmê li milîsên terorîst êdî nayê qebûlkirin.

Wezîrê Berevaniya Birîtaniyayê rû bi berpirsên rejîma Îranê gotiye ku sebra cîhanê li hember milîsên ser bi vê rejîmê bi dawî tê û serkomarê Amerîkayê jî hûşdarî daye rejîma Îranê.

Wezîrê Berevaniya birîtaniya “Grant Shapps” li derheq gefên alîgirên rejîmê rû bi rejîma Îranê got: “Divê hûn Hûsiyan, Hizbullah a Lubnanê û milîsên din li Sûriye û Îraqê de bisekinînin”, û herwisa hûşdarî da rejîma Îranê ku “sebra cîhanê li hember milîsên ser bi vê rejîmê bi dawî tê”.

Navbirî bi tekezî gotiye ku kiryarên rejîma Îranê bi taybet li derheq Hûsiyan, ti encameke baş tinabe.

Gotinên “Grant Shapps” li halekê de ye ku alîgirên rejîma Îranê gef li Birîtaniyayê xwarine ku li egera êrîş bo ser Hûsiyan, dê şeqamên Lendenê bişewitînin!

Herwisa û li vê derheqê de Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” gotiye: “Me peyamekî zelal daye rejîma Îranê ku êdî çiyê dinê şiltaxiyên wê nayêne qebûlkirin û me rejîma Îranê alxahîn kiriye ku em bi tevahî amade ne”.