Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqînek li kompaniyek e madên kîmiyayî li parêzgeha Simnanê de qewmî

17:08 - 14 Kanûna Paşîn 2024

Bi sedema teqînekê li kompaniyeke berhemanîna madên Kîmiyayî li parêzgeha Simnanê, 2 kes hatine kuştin û çendîn kes jî birîndar bûn û heta niha sedema vê teqînê rohn nebûye.

Pêka raporên belavbûyî li ragihandinên ser bi rjeîma Îranê, demjimêr 4 û 50 xulekên roja Yekşemî 24ê Befranbarê li yekeya kîmiyayî ya şehreka pîşeyî ya “Êywanekî” ser bi bajarê “Germsar”ê li parêzgeha Simnanê, teqînek mezin qewimuye û heta niha sedema vê teqînê nehatiye zanîn.

Herwisa li wan raporan de hatiye ku li encama vê teqînê de 2 kes hatine kuştin û çendîn kes jî birîndar bûne ku bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Pêka ragihandinên rejîmê, bi sedema vê teqînê ew yeke rastî şewateke gelek mezin hatiye û piştî çend demjimêran karîne wî agirî bitemirîn û heta niha jî termê wan 2 kedkaran li jêr kawilan nehatine derxistin.

Pêka gotina serokê Stada Kirîzan a bajarê Germsarê, pêka berewirdên destpêkî xisarên pêketî bi vê yekeya aliyê kêm zêdetir ji 10 milyard Tumenî ye.

Heta niha sedema teqîna vê yekeya kîmiyayî rohn nebûye û agirpêkevtinên wiha li Îranê de gelek zêde bûne û berpirsên rejîmê hewl dane wan agirpêketin û teqînan asayî bidin xuya.