Piştî derbasbûna 4 rojan ji asêbûna 3 çiyageran bi sedema reniyê li bilindahiyên çiyayê Rindole, berpirsên rejîmê heta niha bo rizgarkirina wan ti pêngavek hilnegirtine û xelk bi vê sedemê gelek nerazî ye.
Piştî ku hejmarek ji xelkê bajarê Nexedê li rewşeke xirab a hewa de bo lipeykevtin bo çiyagerên asê mayî li nav befrê û reniyê li bilindahiya çiyayê Rindole li bajarê Şinoyê, li ber deriyê Fermandariya bajarê Şinoyê kom bûn fermandar û karbidestan ti girîngiyek bi wan nedane û heta bersiva pirsarekên wan jî nedane.
Wan welatiyan gotine ku ti kes bersîva wan nade, heta niha ti karek bo peydakirina wan çiyageran ji aliyê fermandariyê ve nehatiye kirin û fermandar ti hewlek bo vê yekê nedaye û heta rê bo xelkê nehatine paqijkirin ku bikarin bi hawara wan çiyageran ve herin.
4 rojan berî niha 5 çiyager li bilindahiyên çiyayê Rindole ser bi bajarê Şinoyê rastî befirbarîneke giran û reniyê hatin ku 2 kes ji wan rizgar bûne lê 3 çiyagerên din bi sedema barîna berdewam a befrê û hatina reniyê li nav de asê bûne û xuya nine ku dê bikarin wan bi zindî peyda bikin a ne.