Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê toreke malî ya spaha pasdaran û Hizbullaha Lubnanê xiste nava listê dorpêçan

11:30 - 1 Şibat 2024

Wezareta Xezînbedariya Amerîkayê toreke malî ya spaha pasdaran a terorîst û Hizbullah a Lubnanê ku 3 kompanî û kesekî li xwe digre, li listê dorpêçan zêde kir.

Ofîsa Kontrola Darayiya Derve ya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, roja Çarşemî 11ê Rêbendanê, kompaniya Neftî a “Mîra” li Tirkiyê û kompaniyên “Yara û Hîdro” li Lubnanê” û herwisa birêveberê kompaniya Mîra “Îbrahîm Tellal” ku bi navê “Îbrahîm Axaoxlû” jî tê naskirin, li lîstê dorpêçan zêde kiriye.

Pêka rapora Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, vê tora malî 100an milyon Dolar dahat ji firotina berhemên Îranê bi welatên wek Sûriyê hebûye ku çavkaniya dabînkirina malî  bo berdewamiya kiryarên terorîstî yên spaha pasdaran û Hizbullaha Lubnanê û rêkxistinên din ên terorîstî li seranserê deverê de ye.

Cihgirê Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê li karûbarê Terorîzm û Zanyariyên Malî, “Birayan Nêlson” li vê derheqê de got: “Dorpêçên Roja Çarşemiyê, îradeya Amerîka bo rêgirî ji mifahvergirtina xirab a spaha pasdaran û girûpên terorîstî yên ser bi rêjîma Îranê ji “Sîstema Ticareta Cîhanî” bo dabînkirina malî ya kiryarên alozker ên spaha pasdaran, dide xuya.