Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Sûriyê, pasdarekî terorîst hate kuştin

17:01 - 3 Şibat 2024

Pasdarekî terorîst ê rêjîma Îranê ji aliyê hêza Esmaniya Îsraîl ve hate kuştin û ew yeka li halekê de ye ku piledarên spaha pasdaran çend roj e ji Sûriyê direvin û pasdarên bê pile bo kuştinê li wir bicîhêlane.

Pêka rapora Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê, Roja Înê demjimêr 4 û 20 xulekên sibêdehê, çendîn binkeyên spaha psdaran û milîsên ser bi rêjîma Îranê li nêzî devera “Zêynebiye” li bajarê “Şamê” kevtine ber êrîşa esmaniya Artêşa Îsraîl û çendîn kes ji milîsên ser bi rêjma Îranê û pasdarekî terorîst yê rêjîma Îranê li vê êrîşê da hatine kuştin.

Pêka raporên belavbûyî, navê wî pasdarê terorîst “Seîd Elîdadî” ye.

Li vê derheqê de roja Duşemiya heftiya derbasbûyî, li êrîşên hevşêwe de bo ser binkeyên spaha pasdaran û Hizbullaha Lubnanê, zêdetir ji 8 terorîstên spaha pasdaran û hejmarek ji milîsên Hizbullahê hatibûne kuştin.

Rêjîma Axundî hertim cehd kiriye ku nûçeyên kuştina terorîstên xwe veşêre, yan hekî ji aliyê Îsraîl ve hate aşkerakirin, rêjîm wan pastar terorîstên xwe wek musteşar binav dike.

Li dema şoreşa xelkê Sûriyê bi dijî rêjîma beşar Esed heya niha, pitir ji 7 Hezar hêzên rêjîma Îranê li Sûriyê de hatina kuştin, û rêjîmê ev weke kuştiyên parêzvanê Herema Zeynebê binav dike.