Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêla bingehîn a veguhastina gazê bo navenda Îranê hate teqandin

10:51 - 14 Şibat 2024

Hêla bingehîn a veguhastina gazê ji kendav û palavtingehên başûrê Îranê bo bajarên wek Têhran û Îsfehanê, hatiye teqandin.

Pêka raporên belavbûyî, boriya bingehîn a hêla veguhastina gaza başûrê Îranê bo deverên navendî yên Îranê, li gêdûka “Helwayî” ya bajarê “Birûcin”ê û nêzî bajarê “Genduman”ê li parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî”yê, hatiye teqandin û heta niha sedema û bikerên vê teqandinê nehatiye zanîn.

Pêka raporên belavbûyî, agirpêketin bi vê boriya vegihastina gazê, piştî bihîstina dengê teqîneke mezin mezin hatiye dîtin.

Herwisa berpirsê temirandina agir yê bajarê “Burûcên”ê gotiye: “ew teqîn li hêla 65 a veguhastina gaza seranserî li navbera gêdûka Helwayî û Sêrêyana Bildacî de qewimiye lê ti xisareke canî nebûye.

Tevî ku heta niha armanca bingehîn a teqandina vê hêla veguhastina gazê bo deverên navendî yên Îranê rohn nebûye, ti kes an aliyekê jî ew teqên li stuyê xwe negirtiye.  

Hêla veguhastina gazê ya 65, taybet bo vegihastina gaza başûr bo deverên navenda Îranê wek “Têhran, Îsfehan, Qezwîn, Meşhed û çend bajarên din hatiye danîn.