Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafael Grossi: “Bernameya navkî ya rêjîma Îranê aliyên nerohn hene”

11:20 - 14 Şibat 2024

Birêveberê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, tevî hûşdarîdan li derheq bernameya navkiya rêjîma Îranê ragihand ku bernameya navkî ya rêjîma Îranê bi tevahî rohn nîne û hinek aliyên nerohn hene.

Birêveberê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafael Girossi” li kombûna cîhanî ya 2024 a serokên welatan li “Dubê”yê de li berteka axaftinên vê dawiyê yê berpirsê berê yê wizeya navkî ya rêjîma Îranê “Elîekber Salihî” de got: “gotinên serberedayî li derheq çeka navkî li Îranê, zêdetir ji berê tê bihîstin û wekî berpirsekî payebilind ê Îranê gotiye ku li rastiyê de me hemû alavên hewce hene lê nehatiye liserhevkirin”.

Herwisa “Rafael Girossî” rû bi berpirsên rêjîma Îranê gotiye: “Em daxwaz dikin ku hûn me agehdar bikin ku we çi tiştek li ber dest heye”.

Heyamek e ku li ragihandinên ser bi rêjîma Îranê, axaftinên berpirsên rêjîmê li derheq çeka navkî têne belav kirin û tevî ku îdia dikin tevahiya alav û sîstema hewce bo berhemanîna çeka navkî hene bi propaganda û belavkirineke zêde îdia dikin ku li pey berhemanîna çeka navkî nînin û Elî Xamineyî berhemanîna çeka navkî heram anku qedexe kiriye!

Her aliyeke li cîhanê dizane ku rêjîma Îranê li binyata xwe de şerxwaz û piştevanê bingehîn ê çêkirina aloziyan û fitneyan li cîhanê ye û piştewanê herî mezin ê terorîzm li cîhanê ye.