Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mehmûd Ebas daxwaza lihevkirina lezgîn a Hemasê digel Îsraîlê dike

18:30 - 14 Şibat 2024

Serokê Teşkîlata Xwebirêver a Felestînê, daxwaz ji berpirsên Hemaswê kiriye ku bi lezgînî digel Îsraîlê livekirinekê bikin ku Xeze ji vê rewşa metirsîdar rizgar bibe.

Roja Çarşemî 24ê Rêbendanê, Serokê Teşkîlata Xwebirêver a Felestînê, “Mehmûd Ebas” bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz ji berpirsên Hemasê kiriye ku bi lezgînî digel Îsraîlê lihevkirinekê bikin da ku rewşa Xezê ji ya heyî xirabtir nebe û bo vê yekê, divê Hemas bi lez bikeve.

Gotinên Mehmûd Ebas li halekê de ye ku milîsên Hemasê bi fermana rêjîma Îslamiya Îranê û bi alîkariuya malî û cebilxaneya rêjîmê, êrîş kirine ser Îsraîlê; Armanca rêjîma Îranê bi kuştindana xelkê Xezê ye û heta birarên rêjîma Îranê ji aliyê milîsên Hemasê ve bi rê ve herin, Xezê ti aramiyekê bi xwe ve nabîne.

Mehmûd Ebas li daxuyaniya xwe de bi tekezî daxwaza lihevkirina Hemasê digel Îsraîlê bo azadkirina barimteyan kiriye.

 Dawî danûstandina Îsraîl bo gihîştin bi encamekê bo azadkirina barimteyên li destê Hemasê, digel Amerîka, Misir û Q!eterê, bê ti encamekê bi dawî hat.

Milîsên Hemasê, xelkê Xezê wek mertalê zindî bi kar anîne û li cihên wek nexweşxane, malên xelkê, navend û bînayên xizmetkarî, wek çeper û enbara cebilxanê bi kar anîne û berdewamiya wan kiryarên Hemasê bi pêka biryara Îsraîl bo jinavbirîna tevav a milîsên Hemasê, dê hêj xisarên zêdetir ên canî û malî hebin.