Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîka, gef li Îranê xwar

18:31 - 14 Şibat 2024

Pêka rapora nûçegihaniyeke Erebistanê, Amerîka li rengehiya zêdebûna aloziyan, bijardeya êrîş bi hinek cihan li Îranê de li bernameye xwe de cih kiriye.

Nûçegihaniya “El-Erebiye” a Erebistanê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku Serkomarê Amerîka “Joe Biden”, li rengehiya bersivdan bi zêdetirbûna êrîşan de, bijaredeya êrîşkirin bo ser hinek armancan li Îranê, li nav bijardeyan de cih kiriye ku ew yeka, yekem gefxwarina rastersat a Amrîka li Îranê ye.

Pêka rapora “El-Erebiye” berpirsên Amerîkayê bi rêjîma Îranê ragihandine ku hekî alizî zêdetir bibin, Amerîka dê hinke cihan li Îranê bike armanc lê ti zanyariyeke zêdetir li drheq wan armancan belav nekirine.

Tevî ku heta niha rêjîma Îranê înkara birêpvebirîna şer digel Îsraîl û Amerîkayê li Rojhilata Navîn de dike lê heta niha çendîn caran ji aliyê berpirsên rêjîmê ve îtiraf bi alkîkariya malî, cebilxane û perwerdeya leşkerî bo milîsên ser bi rêjîma Îranê hatiye kirin û her dem ku givaşên li ser rêjîma Îranê micidtir û zêdetir bûne, asta êrîşan bo ser Amerîkayê kêmtir bûye ku li Îraqê, Sûriye û Lubnanê de bi rohnî ew rewş tê dîtin.