Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derkevtina pisporan ji Îranê zêdetir bûye

17:06 - 3 Şibat 2024

Pêka raporên civaka pizîşkiya Îranê, zêdetir ji %80 a xwendekarên zanista pizîşkî dixwazin ji Îranê derkevin.

Sekreterê civaka pizîşkiya Îranê “Mihemdriza  Zeferqendî” li civîneke fermî de li roja Înê daye zanîn ku li warên “civakî, çandî, avakirin, zanistî û dermanî” rewş ber bi daketin û şikestê ve diçe, yek ji mezintirîn pirsgirêkên civaka pizîşkiya Îranê, derketin an bi awayek serastir, revîna êlîtan li ast û beşên cuda, derçoyên zanîngehan û mamosteyên zanistên pizîşkî û zanistên din bo derveyî Îranê ye.

Pêka gotina navbirî, zêdetir ji %80 a xwendekarên zanista pizîşkî, li hizra derketin ji Îranê ne, gelek ji mamosteyên bi wec û êlît ên zanîngehan ji Îranê derketine û îro li warên girîng ên wek neştergerî, orjans, bêhişkirin û piraniya beşên din ên pizîşkî, kursiyên wan vala mane û kes xwaziyarê wan kursiyan nîne.

Herwisa navbirî daye zanîn ku daxwaza belgeya derketin ji Îranê ya pizîşk û kadrên dermanî (good standing), çend qat zêde bûye.