Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka li Sûriyê û Îraqê de milîsên ser bi rêjîma Îranê kiriye armanc

17:08 - 3 Şibat 2024

Pêka raporên destpêkî, zêdetir ji 85 xal û binkên hêzên ser bi rêjîma Îslamiya Îranê û pastarên terorîste sipaha Quds a rêjîma Îranê li Sûriyê û Îraqê de kevtne  ber êrîşa esmaniya Amerîkayê.

Li dawî amarên belavbûyî de, Amerîkayê bi balafirên bombhawêj û çendîn cure mûşekan, zêdetir ji 85 cihan de li Sûriyê binkeyên rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîma dije mirov, kirine armanc û heta niha ti amareke serast ji rêjeya kuştî, birîndar û xisarên malî yên wan êrîşan nehatiye belavkirin û hevdem binkeyên ser bi rêjîma Îranê û milîsên ser bi vê rêjîmê li devera “Elsekek” li bajarê “Qaêm” li Îraqê kevtine ber êrîşa esmaniya Amerîkayê.

Pêka wan raporan, ew erîşane li parêzgehên “Elmeyadîn, Albûkemal û xala sînoriya “Elqaêm” û parêzgeha Dêlerezor”ê de bûne û tête gotin ku dehan kesên ser bi rêjîma Îranê hatine kuştin.

Ew amarene destpêkî ne û rêjeya êrîş û binke û navendên teqandî yên ser bi rêjîma Îranê, dê hêj zêdetir bin.

Herçiqas gorî zaniyariên piştî gefên Amerîka bo lêdana taqim û girûpên girêdayî bi rêjîma îranê li her derê Rojhilata Navîn, piraniya wan xal û binkeyên hêzên Îranê ji tirsan de hatibûne betalkirin.

Ev êrîşa Amerîka bo ser milîsên Îranê, mezintirîn derbe û êrîşa kavilker e bo ser hêzên Îranê, û li nava deshilatdarên Amerîka de givaşekî zêde xistine ser dewleta Ceo Baydên ku rastewxw hêz û binkeyên rêjîmê li nava Îranê de bibne armanca êrîşan, lewra her dem egera êrîşa bo ser xaka Îranê jî heye.