Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn enbarên cebilxaneya Hizbullahê li Lubnanê hatine teqandin

11:42 - 20 Şibat 2024

Îsraîlê ragiandiye ku 2 êrîşên cuda de bo ser enbarên cebilxaneya Hizbullahê li başûrê Lubnanê, çendîn xisarên giran gihandine Hizbulahê û cebilxaneya wan teqandine.

Roja Duşemî 30ê Rêbendanê, “Daniyêl Hagarî” Berdevkê Artêşa Îsraîl ragihand ku li berteka şandina dironeke Hizbullahê bo ser Îsraîl, balafirên şerker ên Îsraîl li 2 operasiyonên cuda de enbarên cebilxaneya Hizbullahê li devera “Sêyda” li başûrê Lubnanê kirine armanc.

Pêka gotina navbirî dirona Hizbullahê li derdora bajarê “Teberiye” hatiye dîtin û her li wir ew xistine xwarê.

Li vê derheqê de nûçegihaniya “Roytêrz”ê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku zêdetir ji 2 êrîşên esmanî bo ser çendîn cihan li derdora bajoroka “Al-Xaziye”yê hatine kirin ku li mewdaya 60 kîlometriya sînorê Îsraîlê û li qiraxa deryaya “Naverast” de ye.

Ragihandinên Lubnanî jî ragihandine ku êrîşa îsraîl bi rêya balafirên şerker ve hatiye kirin û maşînek jî li vê êrîşê de hatiye teqandin.