Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bo rakêşana xelkê bo dengdanê çewtekariyên cuda dike

11:56 - 20 Şibat 2024

Li halekê de ku piraniya xelkê Îranê naxwazin li hilbijartina rêjîmê de beşdariyê bikin, ew rêjîme her carê bi hêcet û gotinên çewt cehda rakêşana xelkê bo ser sendûqên dengdanê dide.

Yek ji nûnerên meclîsa rêjîma Îramnê yê bi navê “Elî Moteherî” gotiye ku encama beşdarînekirina xelkê li dengdanê de, dê bandoreke nerênî hebe û gotiye ku bi qazanca xelkê ye ku beşdariyê bikin û rê nedin kesên xirab bêne hilbijartin”!

Herwisa navbrî îdia kiriye ku hekî xelk beşdariyê neke, dê rêjeya nerizayetiya wan zêdetir bibe.

Herwisa hejmarek ji axundan jî îdia kirine ku yek ji pirsyarên roja qiyametê ew e ku te çi piştevaniyek li “komara îslamî” kiriye? Hekî kesekê bi dengdanê piştgîriya rêjîmê nekiribe, dê xudê qehrê lêbike.  

herwisa hejmarek ji fermandeyên spaha pasdran jî gotine herkesek dilê wî bo komara îslamî dişewite, divê beşdariyê li hilbijartinan de bike.

Herwisa Elî Xamineyî jî gotiye ku her kesek bawerî bi rêjîmê jî nebe divê deng bide û beşek din ji nûnerên meclîsa rêjîmê goitine ku bo baştirbûna rewşa xelkê, divê ev deng bidin.

Dema ku rêjîm baş haylê bûye ku nêzî hemî xelkê Îranê biryar dane ku beşdariyê li hilbijartina rêjîmê de nakin, lewra deshilatdarên rêjîmê mifahê ji heçî rêkekê verdigrin bona rakêşana xelkê bo ser sindûqan.