Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyan li çend bajarên kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetiyê bi rê ve birin

12:03 - 20 Şibat 2024

Malnişînkiriyên Îdareya Muxabirat a Îranê li çend parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û bi hilgirtina plakardan, pêdegirî li ser daxwaziyên xwe kirin û dirûşm dan.

Roja Dûşemî 30ê Rêbendanê, malnişînkiriyên Îdareya Muxabirat a Îranê li parêzgehên “Urmiyê Kirmaşan û Sinê” de li Rojhilatê Kurdistanê, kombûnên nerizayetî li dar xistin û bi hilgitrina plakardan bi naverokên wek “em mafê xwe dixwazin, xizmetguzariyên pizîşkî mafê me ye, em daxwaza bîmeya zêdekirî dikin, dewleta pir idea ka sozên we” û herwisa daxwaza birêveçona têbêniya 1 a madeya 21 ya yasaya xizmetkarityên li Îranê û têbêniya 2 a madeya 31 a yasaya siyasetên asla 44 kirine.

Li bajarê Urmiyê û herwisa li bajarê Sinê de malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê i ber deriyê bînaya Îdareya Muxabirat li bajarên “Urmiye merîwan, seqiz Kirmaşan û Sinê” û herwisa Xuremabad li Luristanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistine û tevî hilgirtina pilakardan, silogan dane û ragihandine ku heta dema ku xwedî û birêveberên wê Îdareyê dest ji kar benedin, dê kombûnên xwe yên nerizayetiyê berdewam bikin. 

Herwisa li bajarên wek “Têhran, Bendebas, Reşt, Tewrêz, Erdebêl, Erak û Ehwazê” de li Îranê malnoişînkiriyên îdareya Muxabirat a Îranê li wan bajaran de kombûna neizayetî liddar xistin.