Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hindî dema hilbijartinê nêzîk dibe, rêjîm givaşên zêdetir dêxe ser xelkê

12:16 - 20 Şibat 2024

Di demekê de ku maşkanêya binav hilbijartina rêjîmê a bo meclîsa şêwra îslamî û herwisa meclîsa xêbrigana rêberî, ji aliyê hemî part û aliyên siyasî û saziyên civakî û medenî û rêkxistin û kesên dijberî rêjîmê ve hatiye baykotkirin, wan aliyan daxwaz ji xelkê seranserî Îranê kirine ku neçne ser sindûqên dengdan bo rêjîmê, dezgehên ewlekariya rêjîmê givaşekî zaf xistine ser xelkê.

Rêjîm ku berfirehiya wê baykotê û beşarnebûna xelkê ji torên civakî wek Twêrêrî Înstgram, Fecbook, Kanalên Têlgramî, û bi giştî li dunyaya mecazî de dibîne, lewra dixwaze bi gef û givaşan dengê baykotê kêm bike.

Her di wê derheqê de îdara îtlaata rêjîmê li bajarê Bokanê, wan kesên ku hisabên pirbînere torên civakî hene, bo îdara îtlaatê gazî dike û daxwazê ji wan dike ku li hember deng û banghêjiya baykota hilbijartinê de, bertek hebin û daxwazê ji xelkê bikin belkî beşdar bin, hekî ne dê kanal û çalakiya wan rawstîne.

Rêjîmê herwisa gef kiriye ku her kesî li ser torên civakî postekê dabinê ku bêhna dengê baykota hilbijartinê lê bê dê bi tundî bikeve ber ceza û jêpirsînê.