Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 64 milyard Dolard a sendûqa malnişînkiriyan talan kiriye

12:24 - 21 Şibat 2024

Kabîneya Îbrahîm Reîsî li dizî û talankirineke din de 64 milyard Dolar ji sendûqa malnişînkiriyan hilgirtiye û bi ti awayekê wî dirafî nazivirîne.

Pêka gotina serokê “Navenda Kedkarên Malnişînkirî” yê saziya dabînkirina civakî, deyna kabîneya “Îbrahîm Reîsî” bi saziya dabînkirina civakî zêdetir ji 3 hezar û 500 herzar milyard Tumen e ku pêka nirxa niha ya Dolar, dibe 64 milyard Dolarê Amerîkayê.

Her kabîneyeke rêjîmê li dema hatine serkar gazinde ji vê yekê dike ku kabîneya pêş wê de gelek deyn hebûne û ew yeka bûye bargiranî bo kabîneya nû, lê li rastiyê de her kabîneyeke rêjîmê li dema xwe de darayîya xelkê talan kiriye û bi hilgirtina diraf ji banka navendî, sendûqa malnişînkiriyan û sendûqa geşedan bi Îranê her carê bi rêjeyeke nexuya ya 100an milyard Dolarî dirafê xelkê Îranê talan kirine û înkara vergirtina wî dirafî jî dikin.

Heta niha çendîn diziyên vê rêjîmê yên bi 100an milyard Dolarî eşkere bûne lê gelek ji wan dizî û talankirinan hêj bi serastî eşkere nebûne û xuya nîne ku vê rêjîmê heta çi astekê kariye diziyê ji xelkê Îranê bike.