Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê azadîxwaze Îranê, hêma û postêrên rêjîmê dişewitînin

17:15 - 3 Şibat 2024

 

Li devedevê salvegera hatina serkare rêjîma Axundî de ku dest bi ser destkevtên şoreşa gelên Îranê de girt, û devsa dîktatoriya berî xwe girt, hemî salê rêjîm wî yadî weke serkevtina xwe dihesibîne û bi vê bonê ve merasiman bi rê ve dibe û der û dîwaran tejî dike ji wêneyên Xumeynî û Xamineyî û diruşman û postêrên taybet bi “Dehka Fecir” lê xelkê azadîxwaz li seranserî Îranê de, wan wêne û postêran ji nav dibin û didirînin û dişewitînin.

Gorî wan girte Vîdeoyên ku li bajarên cuda cudaye Îranê de têne belavkirin, xelk bi nîşana vêzariya xwe ji wê rêjîma Dîktator, Agir berdidne Postêr û wêneyên rêjîê.

Gorî zaniyariyan, li Bajarê Têhran, îsfehan, Şîraz, Kerec, Meşhed û bi taybetî li herêmên netewên bêmafe weke Kurdistan û Belûçistanê de, piraniya postêrên rêjîmê ku têne hildanê, ji aliyê xortên şorişvan ve têne ji navbirin.

Xelkê Îranê li heyamê deshilatdariya wê rêjîmê de, ji bilî girtin, kuştin, îşkence, bêkarî, birsîtî, bê mafî yê çi tiştekî dinê ji wê rêjîmê nedîtiye.

Lewra bi her hêcetekê û li her derfetekê de astê vêzariya xwe ji rêjîa dîktator didne xuyakirin.