Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl amade nîne bo azadkirina barimteyan hemû nirxekê bide

12:52 - 21 Şibat 2024

Serokwezîrê Îsraîl û Wezîrê Darayiya Îsraîl ragihandine ku li derheq azadkirina barimteyên li destê Hemasê de gotine ku Îsraîl amade nîne hemû nirxekê bide.

 Serokwezîrê Îsraîl “Benyamîn Netenyaho” û Wezîrê Darayiya Îsraîl “Bezalel Yoel Smotrich” roja Sêşemiyê 1ê Reşemeya 1402 a Rojî li hevpeyvîn digel radyoya Îsraîlê ya “KAN” de li derheq danûstaninên bo azadkirina barimteyên li destê Hemasê, ragihandin ku Îsraîl amade nîne hemû nirxekê bide.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê Wezîrê Darayî yê Îsraîlê li derheq 134 barimteyên li destê Hemasê de bi Radiyo “Kan” a Îsraîlê gotiye: “Zivirandina barimteyan bo Îsraîlê gelek girînge lê, ne bi dana her nirxekê”.

Herwisa serokwezîrê Îsraîlê jî tevê erêkirina axaftinên Wezîrê Darayî yê Îsraîlê ragihand ku givaşên zêde li navxwe û derveyî îsraîlê hene ku berî gihîştina me bi armnacên Îsraîl ên wek lihevkirin bo azadkirina barimteyên li destê Hemasê, bi her nirxekê şer bisekinînin lê em amade nînin bo vê yekê her nirxekê bidin bi taybet daxwaziyê Hemasê ên bi hizrên wehmî, bi wateya şikesta Îsraîlê ye.