Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl karnasên leşkerî yên rêjîma Îranê li Sûriyê kirine armanc

11:16 - 22 Şibat 2024

Ragihandinên Sûriyê belav kirine ku taxeke bajarê Demişqê kevtiye ber êrîşa mûşekiya Îsraîl û berpirsên Îsraêlê ragihandine ku hejmareke pastarên tirorîst yên rêjîma Îranê li vê taxa Demişqê de kirine armanc.

Roja Çarşemî 2ê Reşemeya 1402 a Rojî, bîneyeke cihê mana berpirsên spaha Quds û Hizbullahê û karnasên leşkerî yên rêjîma Îranê ku perwerdeya dironî û mûşekî didane milîsên ser bi rêjîma Îranê, li taxa “Kifirsose” ya bajarê Demişqê de bûye armanca mûşekan û hatiye teqandin.

Tevî ku ragihandinên ser bi rêjîma Sûriyê îdia kirine ku taxa “Kifirsose” devereke niştecîbûna xelkê medenî ye, lê Çavdêrê Mafê Mirovî yê Sûriyê û herwisa Artêşa Îsraîlê jî ragihandine ku ew bînaya ku bûye armanca mûşekan, cihê man û danûstandina berpirsên spaha pasdaran a terorîst û hizbullha Lubnanê û herwisa cihê perderdehiya leşkerî ya diron û meşakan bûye ku spaha quds bi milîsên ser bi rêjîmê didan.

Ragihandinên Îsraîlî belav kirine ku ew karnasên leşkerî yên rêjîma Îranê li vê mûşekbaranê de hatine kuştin lê navê wan terorîêstên rêjîmê hêj belav nebûne.