Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyê li Îranê de berdewam bi rê ve diçin

12:02 - 22 Şibat 2024

Karmendên îdareya “Av û Avero” ya bajarê Bêhbehanê, xelkê nerazî yên bajarê Erakê, kedkarên kompaniya Pîşeya Pola ya Ehwazê û pêşkirên maşînên cura Pêjo li bajarê Tehranê de kombûna nerizayetî lidar xistin.

Roja Çarşemiyê 2ê Reşema 1402 a Rojî, hejmarek ji kedkarên kompaniya Pola ya Ehwazê bo roja 2yê kombûna nerizayetiya xwe berdewam kirine û pêdegirî li ser daxwaziyên xwe ên wek zivirandina kedkarên ji serkarderxistî û vekheviya heqdesta kedkaran û kertbendiya heqdesta kar kirine.

Herwisa xelkê bajarê Erakê jî bi sedema pîsbûn hewayê wî bajarî, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza dawîanîn bi bikaranîna nefta reş li wizegehan de kirine.

Pêka vê raporê, hejmarek ji pêşkirên maşînên cura Pêjo li derheq pêrenegihîştina berpirsan bi daxwaziyên wan, li rûberûyê wezareta “Pîşe, Kangeh û Ticaret” a rêjîmê li bajarê Tehranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa hejmarek ji kedkar û karmendên îdareya “Av û Avero” ya bajarê “Bêhbehan”ê li roja Sêşemî 1ê Rêbendanê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq pêrenegihîştina berpirsan bi daxwaziyên wan li hewşa vê îdareyê de kombûna nerizayetiyê lidar xistine û li ser daxwaziyên xwe ên wek vergirtina heqdesta xwe ya 4 heyvên paşketî pêdegirî kirine û herwisa karê xwe yê rojane ragirtin.