Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê alîkariya malî û cebilxane dide Artêşa Sûdanê

12:08 - 22 Şibat 2024

Alîkariyên cebilxane û malî yên rêjîma Îranê bi artêşa Sûdanê, rewşa şer li Sûdanê de aloztir kiriye û paşeroja aşitiyê li wî welatî de xistiye metirsiyê û Amerîkayê li vê derheqê de nigeraniya xwe daye xuya.

Balyozê Amerîka li Sûdanê “Can Gad Frêy”, roja Çarşemî 2ê Rêbendanê li civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Amerîka gelek nigeranê piştevaniya derve li hêzên çekdar ên Sûdanê û rikeberê wan anku Hêza Piştevaniya Lezgîn e”.

Navbirî ragihand ku pêka raporan, rêjîma Îranê û Sûdanê pêyweniyên xwe careke din dest pêkirine û rêjîma Îranê li warê malî, piştevaniyê li hêzên çekdar ên Sûdanê dike ku ew yeka bûye sedema pirsgirêkên gelek micid û em gelek nigeranê vê yekê ne”.

wî balyozê Amerîkayê ragihand ku ew mijare dibe sedema dirêjbûna şer û hiviyên aşitî li paşerojê de kêm dike.

Rêjîma Îranê bi awayekî berfireh, cebilxane û alîkariya malî bo artêşa Sûdanê dişîne ku bi wan alîkariyan artêşa Sûdanê şer li dijî xelkê wî welatî û hêzên rikeber ên Sûdanê, berdewam dike û heta niha çendîn gemiyên wan ji aliyê “CENTCOM”ê we hatine dîtin û dest bi ser wan cebilxaneyên rêjîma Îranê de girtiye ku bo sûdanê dihatne hinartin.