Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Amerîka bo ser milîsên ser bi rêjîma Îranê xisarên giran bi wan girûpan daye

18:38 - 3 Şibat 2024

Pêka dawî raporan, zêdetir ji 40 milîsên ser bi rêjîma Îranê li êrîşên esmanî yên Amerîkayê li 13ê Rêbendanê de li Sûriyê û Îraqê, hatine kuştin û geriyan li pey peydakirina termên zêdetir berdewam e.

Li êrîşa hêza esmaniya Amerîkayê de li 13ê Rêbendanê bo ser binkeyên spaha quds û milîsên ser bi vê rêjîmê li Sûriye û Îraqê, zêdetir ji 40 kes ji wan milîsan hatine kuştin û hejmareke zêde jî birîndar bûne û geryan bo peydakirina termên zêdetir berdewam e û rêjeya birîndar û kuştiyan dê hêj zêdetir bibe.

Amerîkayê li şeva 13ê Rêbendanê, bi balafirên bombhawêj û curên din ên balafiran û mûşekan, zêdetir ji 85 binke, enbarên cebilxane û navendên ser bi spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst û milîsên ser bi vê rêjîmê li Sûriye û Îraqê de teqandine û pêka gotina Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” ew êrîşe, êrîşeke destpêkî bo ser wan milîsan e û dê berdewam be.

Wezîrê Derve yê Lehistanê “Radok Sîkorskî” li derheq vê êrîşê de gotiye: “milîsên ser bi rêjîma Îranê li agirekê de ku bixwe hilkirine, dişewitin”.