Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara xisara bi sedema êrîşa Amerîka her diçe zêdetir dibe

11:52 - 4 Şibat 2024

Pêka dawî amarên belavbûyî, hejmara kuştiyên bi sedema êrîşa Amerîka bo ser binke, cebilxane û navendên spaha quds a spaha pasdaran a terorîst û milîsên ser bi vê rêjîma Îranê, gihîştiye 45 kesan û renge ew hejmar zêdetir bibe.

Pêka dawî raporên belavbûyî, 16 çekdarên Heşda Şeibî  li Îraqê û 29 milîsên din li Sûriyê li êrîşa esmaniya Amerîka bo ser binke, cebilxane û navendên spaha quds a spaha pasdaran a terorîst û milîsên ser bi vê rêjîmê, hatine kuştin ku gorî amarên fermî hejmara kuştiyan gehaye 45 kesan, lê amar berdewam têne guherîn û geryana bi du terman li bin kavlan de nihajî berdewame.  

Êrîşa Amerîka bo ser milîsên ser bi rêjîma Îranê xisarên giran gihandine wan girûpan û tête gotin ku zêdetir ji 45 milîsên ser bi rêjîma Îranê li êrîşên esmanî yên Amerîkayê li 13ê Rêbendanê de li Sûriyê û Îraqê hatine kuştin û geriyan bo peydakirina termên zêdetir berdewam e.

Di vê navberê de hejmarek xelkê sivîl jî hatine kuştin û birîndarkirin û hikûmeta Îraqê 3 roj Matemîna giştî ragihand.

Amerîkayê li şeva 13ê Rêbendanê bi balafirên bombhawêj û curên din ên balafiran û mûşekan zêdetir ji 85 binke û navendên ser bi spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst û milîsên ser bi vê rêjîmê li Sûriye û Îraqê de teqandine û pêka gotina Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” ew êrîşe, êrîşeke destpêkî bo ser wan milîsan e û dê berdewam be.

Wezîrê Derve yê Lehistanê “Radok Sîkorskî” li derheq vê êrîşê de gotiye: “milîsên ser bi rêjîma Îranê li agirekê de ku bixwe hilkirine, dişewitin”.