Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora Kumîta derêxistina rastiyan li ser şorişa Jînayê dê bête belavkirin

12:10 - 27 Şibat 2024

Li civîna Şêwreya mafê mirove rêkxistina netewên yêkbûyî de, hate ragihandin ku kumîta derxistina rastiyên cinayetên rêjîma Îranê li şorişa Jîn, Jiyan, Azadî de roja 28ê meha Reşemê de, dê bête belavkirin.

Rêjîma komara Îslamî ku hebxwe ji her aliyekî dinê baştir dizane ku çi cinayetên hovane kirine, her niha de li hember vê agehdariya kumîta heqîqetyab de, bertek nîşan da.

Husêyn Emî Ebdulahiyan wezîrê derve yê rêjîma Îranê, li rûniştina şêwreya mafê mirove rêkxistina netewên yêkbûyî de, pêkatin û kar û raporên kumîta heqîqetyab mehkûm kir.

Biryare Kumîta derxistina rastiyan raporekî têr û tijî ji cinayet û hovtiya rêjîma dîktatore Axundî li hember nerizayetî û şorişa Jînayê belav bike ku hemî aliyên cinayet û binpêkirina mafê mirov li xwe digre.

Bêguma aşkerabûn û belavbûna wê raporê dê gelek aliyên cinayetên rêjîmê derxe û dê gelek bandora xwe hebe.