Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 21 werzîşvanê Îranê Memnû`I Elmaomaile kirin

12:11 - 27 Şibat 2024

Rêjîma Îranê  21 werzişwanên xelkê Îranê ku li derveyî Îranê de ne “Memnû`I al Moamile” kir û bi wî awayê dema zivîrîna wan bo Îranê dê bêne binçavkiri û danûstandin digel wan hatiye qedexekirin.

Pêka belgeya ku girûpa hekêrî ya “Îdaleta Elî” belev kiriye, 21 werzîşvanê xelkê Îranê ku li derveyî Îranê de ne bi fermana “Şêwreya Ewlehiya Îranê” hatine “Memnû`I Elmaomaile” kirin û dema zivîrîna wan bo Îranê dê bêne binçavkirin û danûstanin digel wan hatiye qedexekirin.

Pêka yasayên rêjîma Îranê hekîêkesek bê “Menû`ilmuamilekirin” dê hemû darayîya wî dest bi ser de bê girtin û bê binçav kirin û dadgehîkirin û danûstandin digel wan kesan bi her awayekê qedexe ye.

Li îsteyê ku girûpa hekêrî ya “îdaleta Elî” belav kiriye navê 21 kesan tê dîtin.

Piraniya wan werzişvanan li soreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de piştevanî li serhildana xelkê kiribûn.