Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclîsa Ewam a Birîtaniya piştevanî ji reşnîêvîsa cihgîrbûna azadî û dêmokrasî li Îranê kir

11:54 - 4 Şibat 2024

Ji aliyê meclisa Ewam a Birîtaniyayê ve piştevaniya reşnivîseke pêşniyarkirî bo cihgîrbûna azadî û dêmokrasî li Îranê de hate kirin û li vê meclîsê de kirayên rêjîma Îranê ên wek tepesiya nerazîtiyan bi tundî hate şermezarkirin.

Bi hewla nûnerên partiya Parêzwan a Birîtaniyayê bi taybet “ Bab Bilekmen”, reşnivîseke pêşniyarkirî bo cihgîrbûna azadî û dêmokrasî li Îranê li Mecîsa Ewam(House of Commons) a Birîtaniyayê de piştevaniya vê hate kirin û herwisa kirayarên tepeserkarane ên rejîma Îranê bi taybet tepeseriya nerizayetiyan, bi tundî hate şermezarkirin.

Herwisa wan nûneran li cîvîna meclîsê de li derheq zêdebûna bikarhatina mijarên wek “terorîzm, sîxurî, êrîşên saybêrî û siyaseta bi barimtegirtin” ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê ve, nigeraniya xwe ya kûr dane xuya.

Wan nûnerên Partiya “Parêzvan” a Birîtaniyayê tevî nîşandana nigeraniya xwe li hember gefên rêjîma Îranê bo ser dijberên rêjîma Îranê li Birîtaniyayê, daxwaz ji dewleta Birîtaniyayê kirin ku navê spaha pasdaran li listeyê girûpên terorîstî de zêde bike û hevpêngaw digel hevpeymanên xwe, dorpêçên zêdetir bêxe ser rêjîma Îranê û rêjîma Îranê li hember kiryarên neyasayî yên vê rêjîmê li navxwe û derveyî Îranê, neçar bi bersivdanê bike.