Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi sedema baykotkirina dengdanê, li givaşê de ye

12:21 - 27 Şibat 2024

Çendîn berpirsên berê û yên niha yên rêjîmê îtiraf dikin ku egera hindê heye ku beşdariya li hilbijartinê de gelek kêm be û lewma divê xelk here deng bide ku bê xuya xelk piştevanê rêjîmê ye.

Nûnerekî berê yê meclîsa rêjîmê yê bi navê “Mehmûd Sadiqî” îtiraf kiriye ku beşdariya xelkê Tehranê li hilbijartina de 6 heta %9 e û ji aliyê din ve şêwirkarê Hewza Ilmiye, Mihemed Husên Zemanî gotiye ku hekî xelk li dengdanê de beşdar nebe dê pirsgirêk zêde bin.

Zêdebarî baykota berfireh a hilbijartina rêjîmê ji aliyê xelkê welat û hêz û aliyên siyasî ve, li astê seranserî Îranê de xelkê azadîxwaz û dijî dîktatoriya îslamî, ev baykot kirine curekî din ji xebat û şorişa bi dijî rêjîmê.

Li piraniya bajarên Îranê û bi taybetî li herêmên netewên bê mafe de, hemî postêr û binêrên teblîxî têne dirandin û şewitandin, û diruşmên dijî rêjîmê li ser dîwaran têne nivsîn, wek Deng bê deng, kesê deng bide îxanetê bi şehîdên şorişa Jînayê dike, dengê me nemana komara îslamiye, merg û neman bo Xamineyî û gelek diruşmên din.