Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de canê xwe ji dest da

12:23 - 27 Şibat 2024

Şahîn Geledarî, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê Urmiyê, bi awayekî cihê şik û gumanê li girtîgeha Navendî a wî bajarî canê xwe ji dest da û ji aliyê berpirsên girtîgehê ve canjidestdana wî wekî xwekujî hate ragehandin.

Şahîn Geledarî girtiyê temen 46 salî û xelkê gundê Hekî ya ser bi devera Tirgevera Urmiyê, ku heyama du salan bû cezayê girtinê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de derbas dikir, êvareya roja Yekşemî 6ê Reşemê, dawî bi jiyana xwe anî.

Berpirsên girtîgeha Urmiyê bi girtiyan û malbata Geledariyan gotiye ku wî girtiyê siyasî xwekuştiye, termê navbirî bo pizîşkê Dadweriya Urmiyê hatiye veguhastin.

Navbirî li heyama derbasbûyî de çendîn caran ji aliyê Îdareya Îtilaata Urmiyê hatibû gazîkirin û tevî gefan, bi awayê cesteyî û derûnî hatibû îşkencekirin.

Ev welatiyê Kurd sala 1399an ji aliyê Dadgeha Înqilaba Urmiyê ve bi tohmeta, hewildan dijî tenahiya welat li rêya hevkarî digel yek ji partiyên Kurdî dijî Hikûmeta Îranê, 2 sal girtîgeh biserde hate sepandin û li meha Reşemeya 1401 a Rojî, bo cîbicîkirina cezayê biser de hatî sepandin bo girtîgeha Urmiyê hatibû veguhastin.