Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistan û Îranê binêr û postêrên berbijêran dişewitînin

10:21 - 28 Şibat 2024

Li şewa derbasbûyî de li çend bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ciwanan agir berdane binêrên berbijêrên hilbijartinên şanoyî yên rêjîmê û bi wî awayî tevî baykotkirina dengdanê, nerzayetiya xwe didin xuya.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, li bajarê Dîwanderê de ciwanên bajar hejmarek ji binêrên berbijêrên meclîsa rêjîmê şewitandine û ew cure çalakî li deverên din ên Kurdistanê de jî zêde dibin.

Herwisa ciwanên Belûç, bi agirberdan bi binêrên berbijêran ragihandine ku bersiva me bo dengdanê agir e û dengdan baykot kirine.

Herwisa ciwanên Belûç li demjimêr 6ê êwarê ya roja Sêşemî 8ê Reşemê, maşîna stada teblîxatiya berbijêrê meclîsa rêjîmê li bajarê Îranşehrê de li taxa Mihemedabad a Bempûrê de şewitandine û bi wî awayî bersiva banghêjiya rêjîmê bo dengdanê dane.

Li halekê de ku roja şanoya hilbijartinê nêzîk dibe û xelkê dengdan baykot kiriye, rêjîma Îranê bi hemû awayekê hewlê dide bi zêdekirina dijayetiyên netewî, olî, deverî û heta eşîretî,  bazara şanoya hilbijartinê germ bike û bo vê yekê xwe ji çi pîlan, senaryo û şêwazeke gemar jî naparêze.

Li halekê ku meclîsa rêjîmê li şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de bi piraniya dengan biryara kuştina neraziyan dabû, niha dixwaze xelk bo hilbijartina wan cure kesan here ser sendûqên degdanê û dengê rewatiyê bide wê rêjîmê.