Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

hêzên sînorî yên rêjîmê li encamdana kiryarên xwe yên hovane berdewam in

11:43 - 28 Şibat 2024

Kolberekî xelkê “Selasa Bawecanî” ji aliyê hêzên henga sînorî ya rêjîma Îranê li sînorê bajarê Newsûdê de bi awayekî hovane û dûr ji nirxên mirovî, bi derba çeqûyan bi dijwarî hate birîndarkirin.

Şeva Dûşemî 7ê Reşemê, hêzên henga sînorî ya rêjîma Îranê li sînorê Newsûdê de, êrîş kirine ser komeke kolberan û kolberekî xelkê “Selasa Bawecanî” yê bi navê “Tahir” ku nasnavê wî nehatiye zanîn li vê êrîşê de bi derba çeqûyan bi dijwarî hatiye birîndarkirin.

Li vê êrîşa hovane û dije mirovahiyê de pêyekî wî kolberî hatiye birîndarkirin.

Çend rojan berî niha jî hêzên spaha pasdaran a terorîst bi gullereşandin li ser hespên kolberan zêdetir ji 20 hespan bi awayekî hovane kuştin.

Hêzên rêjîmê li dema êrîşkirin bo ser kolberan, xwe ji ti tîştekê naparêzin û bi çekên giran û sivik, çeqû û kewiran, bi canê kolberan dilîzin û heta niha ti kesek ji wan hovên rêjîmê bi van sedeman, nekevtiye ber lêpirsînê û xuya nîne ku ew hêzên hov dê bi çi awayekî û bi çi alaveke din dê êrîşê ser kolberan bikin.