Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn rêkxistinên xwendekarî, hilbijartina rêjîmê baykot kirin

11:50 - 28 Şibat 2024

Çendîn rêkxistinên xwendekarî bi baykotkirina dengdanê ragihandine ku reftara xelkê bi wateya “NE” gotin bi rêjîma Îslamiya Îranê ye.

Hejmarek ji rêkxistinên xwendekarî bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar li roja Duşemî 7ê Reşemê,  binav hilbijartina 11ê Reşemê baykot kirin û ragiahandin ku dengê me, herifîna rêjîma Îslamiya Îranê û serkevtina şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ye û daxwaz ji xelkê dikin ku pêvajoya herifandina rêjîmê, lezgîntir bikin”.

Daxuyaniya wan saziyên xwendekarî li kanala Têlêgramiya “Şêwreya Sinfî ya Danişcûyan Kişwer” de belav bûye û li vê daxuyaniyê de îşare bi pêşengiya xwendekaran wek “şoreşgerên şoreşa Jin Jiyan Azadî” li hember rêjîma Îslamiya Îranê li şanoya hilbijartinê de, tekezî hatiye kirin ku berxwedana xelkê û reftara nerizayetiya wan bi wateya “NE” gotin bi rêjîma Îslamiya Îranê ye.

Xwendekaran li vê daxuyaniya hevpar de tevî îşarekirin bi cehda rêjîmê bo sepandina xwe bo ser “yasa û çanda olî ya taziyan, hicaba bi zorê, çewsandin û tepeserî û bidarvekirin, teror û lêdana qamçiyan, destdirêjî û îşkencayan”, tekezî kirine ku bo pêşxistina şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê dê rêjîma Îslamiya Îranê biherifînin û dengdan bi tenê jî bes nîne.

Li dawiya vê daxuyaniyê de hatiye: “Em Xwedekar li navbera xwe û we cinayetkaran(rêjîma Îranê) de deryayek xwîn mewda û cudatî dibînin û bersiva me bo ve, yek peyv a: “NE” ye.