Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Damezraveya Guman li derheq rêjeya dengdanê amarek belav kir

12:06 - 28 Şibat 2024

Pêka encama rapirsiya damezraveya Guman, zêdetir ji %75 a xelkê Îranê deng nadin û %75 a kesên ku bersiva vê rapirsiyê dane daxwaza herifîna rêjîma Îslamiya Îranê kirine.

Pêka raştpiriyeke Damezraveya Guman ku li roja Çarşemî 9ê Reşemê belav kiriye, %77 a xelkê Îranê amade nînin ku beşdarî li dengdanê de bikin û herwisa ragihandiye ku %75 a kesên ku bersiva vê raştpirsiyê dane, daxwaza herifîna rêjîma Îslamiya Îranê kirine.

Damezraveya “Guman” daye zanîn ku li encama vê rapirsiyê de %8 a kesan hêj ti biryarek bo beşdarîkirin an nekirin li dengdanê de nînin û bi tenê %15 a xelkê gotine ku li dengdanê de dê beşdariyê bikin.

Li halekê de ku berpirsên rêjîmê daxwaza beşdarîkirina xelkê li dengdanê de dikin, xelkê Îranê ji mamoste û malnişînkirî û heta qatên din ên civakê amade nînin li vê dengdanê de beşdariyê bikin û heta çend rojan berî niha nûnerê berê yê meclîsa rêjîmê “Mehmûd Sadiqî” bi eşkre ragiahndibû ku li bajarê têhranê de li navbera 6 heta %9 a xelkê renge beşdarî li dengdanê de bikin.

Tevî ku ew amarane destpêkî ne lê didin xuya ku rêjîma Îranê rewatiya xwe bi tevahî ji dest daye û bi taybet li bajarê Tehranê û herwisa li Rojhilatê Kurdistanê, Belûçistan, Xûzistan û çendîn cihên din, dengdan hatiye baykotkirin.