Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyan li çend bajarên Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin

21:21 - 28 Şibat 2024

Malnişînkiriyan li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û herwisa nexweşên SMA û xisarpêketiyên bazara bûrs li bajarê Tehranê, kombûnên nerizayetî li dar xistin.

Roja Sêşemî 8ê Reşemê, li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarê Kirmaşanê, malnişînkiriyan li ber deriyê Sendûqa Malnişînkiriyan a li bajarê Kirmaşanê, kombûna nerizayetiyê li dar xistin û bi hilgirtina pilakardan nerizayetiya xwe dane xuya û pêdegirî li ser daxwaziyên xwe ên wek “mamostayan azad bikin, kerameta mirovî, xweşbijîvî, pêregihîştin bi jiyanê û çareserkirina pirsa nebûna bîmeyeke bi we bo malnişînkiriyan û çend daxwaziyên din kirin û herwisa silogan dan ku li dengdanê de beşdariyê nakin.

Herwisa malnişînkiriyên Saziya Dabînkirina Civakî û malnişînkiriyên din bi lidarxistina kombûneke hevpar li hember birêveneçona madeya 96 û 111, guhnedana berpirsan bi daxwaziyên wan û hejarî û herwisa binçavkirina mamosteyan ji aliyê rêjîmê ve nerizayetiya xwe nîşan dan û tekezî li ser cîbicîkirina daxwaziyê xwe kirine û bi dana siloganan li derheq sozên çewt ên rêjîmê tekezî kirin ku deng nadin.

Li bajarê Tehranê de jî, nexweşên SMA û malbatên wan li ber deriyê binkeya serkomariya rêjîmê li bajarê Tehranê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û bi hilgirtina pilakardan nerizayetiya xwe li hember nebûn û destnekevtina dermanê “Spinraza” ku bûye gef li ser canê nexweşan, dane xuya.

Herwisa xisarpêketiyên bazara bûrs a Tehranê li rûberûyê saziya Bûrs a Tehranê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.