Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Ewropayê de li hember bidarvekirinan li Îranê xwenîşandanên bi rê ve çon

12:00 - 4 Şibat 2024

Li 11 bajarên Ewropayê de xelkê Îranê yên rûniştiyên welatên Ewropayê û penaberên li wan welatan, li jêr navê “Serhildan li dijî bidarvekirinê” kombûnên nerizayetî bi rê ve birin.

Hejmarek ji xelkê Îranê li 11 bajarên Ewropayê de li bajarên wek “Lenden, Parîs, Bêrlîn, Frankfort, Stockholm, Hanovêr, Dûblîn, Born, Koln, Vênîz û Amistêrdam”ê de  li jêr navê “Serhildan li dijî bidarvekirinê” xwenîşandan bi rê ve birin.

Hate ragihandin ku armanc ji wanxwenîşandanan, rakêşanana bala xelkê cîhanê bo ser bidarvekirinên li Îranê û nîşandana nerzayetî li hember bêdengiya gelek micid a civaka cîhanî  û herwisa piştgîriya ji şoreş û daxwaziyên xelkê Îranî li navxwe, bo nehiştina cezayê bidarvekirin û îşkencekirinê ye, da ku dengê wan xweşîşandanan bigehe guhê her alî û welat û saziyekî cîhanî.

Heyamek e ku pêleke bidarvekirinan li Îranê bi taybet bidarvekirina welatiyên Kurd li Îranê dest pêkiriye û roj bi roj amarên zêdetir ji bidarvekirina welatiyan belav dibin.