Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha Urmiyê de, Garda taybet êrîş kirie ser girtiyên siyasî

12:05 - 29 Şibat 2024

Piştî nivîsa nerizayetî ya 800 girtiyan li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê bo guherîna serokê vê girtîgehê, hêza garda taybet a vê girtîgehê, êrîş kire ser benda siyasî ya vê girtîgehê û ew kutane.

Pêka rapora Rêkxistina Mafê Mirove Kurdistanê roja Çarşemî 9ê Reşemeya 1402 a Rojî, piştî belavbûna nameya nerizayetî ya zêdetir ji 800 girtiyên li vê girtîgehê û nûçeya canjidestdana binçavkiriyê siyasiyê Kurd “Şahîn Geledar”, garda taybet bi fermana “Pêyman Xanzad” serokê vê girtîgehê, êrîşkirine ser benda siyasî û eqîdetî û girtiyên li vê bendê bi dijwarî kutane û alav û tiştên wan şikandine

herwisa li vê êrîşê de derbên giran bi serê 5 girtiyan kevtiye û birîndar bûne û 2 girtiyên Kurd ên bi navê “Eşkan Osmannijad û Hesen Omerpûr” jî agir berdane xwe ku pêyên wan şewitiye û serokê girtîgehê derfet nedaye ku wî agirî bitemirînin û derê bendê daxistiye û nehiştiye ti kes bo beşa dermanî ya girtîgehê bê veguhastin.

Li vê êrîşa hovane de berpirsê vê bendê“Yehya Sultanî û “Pêyman Xanzad” jî amade bûne û navbirî gotiye: “min ti tirsek li çi navendeke navnetewî heta Saziya Netewên Yekgirtî jî nîne, ez her karekê bixwazim dê bi serê wan girtiyan de bînin”.

Bi sedema givaşên wî berpirsê hov ê girtîgehê, niha zêdetir ji 10 girtiyên ku hewla xwekujiyê dane li navendên dermanî li derveyî vîê girtîgehê de ne.