Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirberdan bi benêr û posterên berbijêran li Kurdistan û Îranê de berdewam e

12:07 - 29 Şibat 2024

Li hejmaerk ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ciwanên ku dengdan baykot kirine agir berdane boster û binêrên berbijêran û li bajarê Bokanê de hejmarek ji wan poster û benêran ji aliyê ciwanên wî bajarî ve hatine şewitandin, wan ciwanan bi encamdana wan cure çalakiyan, tevî nîşandana bêzariya xwe ji rêjîma Îranê, dengdan bi rêjîmê baykot kirine.

Herwisa li çendîn bajarên cuda ên Îranê de, ciwanan agir berdane benêr û posterên berbijêran û bêzariya xwe li rêjîma Îranê dane xuya û dengdan baykot kirine, li bajarê “Amol”ê ser bi parêzgeha “Mazenderan” û bajarê “Çabihar”ê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de binêr û postêrên bebijêran hatine şewitandin.

Herwisa li bajarê Axacariyê de xelkê biryar daye her berbijêrek bê nav wî bajarî, wî ji bajar derxînin û iznê nedin ti berbijêrek li wî bajarê de be.

Elî Xamineyê li dawî axaftinê xwe de daxwaza beşdarîkirina xelkê li dengdanan de dike û dibêje ku hekî dengdan kêmreng be hemû dê rastî zirarê bên û îtiraf dike ku hinek kes deng nadin û bi kesên din jî dibêjin ku deng nedin, ew yeka li halekê de ye ku xamineyî pêştir îdia dikir ku xelkê Îranê bi tevahî amadeyê dengdanê ye.