Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“CNN”ê li derheq dengdana li Îranê, raporek belav kir

12:10 - 29 Şibat 2024

Kanala têlêvîzyoniya “CNN” li derheq egera beşdarînekirina zêde a xelkê Îranê li dengdanê de raporek belav kir û li rapora xwe de daye zanîn ku nivşa nû li Îranê de hilbijartinan şanoyeke rêjîmê dibînin û amade nînin ku beşdarî li hilbijartinan de bikin.

Kanala têlêvîzyoniya “CNN” a Amrîkayî li lêkolîneke hûr li ser hilbijartina li Îranê de kiriye û li vê derheqê de raporek belav kiriye û daye zanîn ku tevî daxwaziya hemû berpirsên rêjîmê ji xelkê Îranê bo beşdarîkirin li hilbijartinan de,  lê wisan tê dîtin ku rêjeya beşdarbûna xelkê li hilbijartinê ya roja Înê 11ê Reşemê dê gelek kêm be.

Herwisa “CNN”ê daye zanîn ku “Aboriya nexweş, bêbaweriya siyasî û şoreşa vê dawiyê ku hate tepeserkirin”, bûne sedem ku piraniya xelkê, êdî amade nebin li hilbijartinê de beşdar bibin.

Pêka rapora “CNN”ê hilbijartina 11ê Reşemê dê kêmtirîn rêjeya beşdarbûna xelkê li dîroka rêjîma Îslamiya Îranê heta niha dê hebe.

Ji aliyê din ve jî hejmarek ji karnasan dane zanîn ku “sedema beşdarînekirina xelkê li vê dengdanê de bi vedigere bo “gendeliya rêjîmê, birêveberiya şaş û tepeserkirina xelkê ji aliyê rêjêîmê ve dizanin ku ew yeka dide xuya hikûmeta axundan li Îranê de rewatiya xwe ji dest daye”.