Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyên spaha pasdarn li Sûriyê bûne armanca mûşekên Îsraîlê

12:12 - 29 Şibat 2024

Artêşa Îsraîl bi mûşekan binkeyên spaha psdaran û Hizbullahê li bajarê Şamê de kirine armanc û pêka rapoên belavbûyî 2 milîsên ser bi rêjîma Îranê hatine kuştin û çendîn kes jî birîndar bûne.

Pêka rapora Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê, Îsraîlê li êwara roja Çasrşemî 9ê Reşemê, binkeya spaha pasdaran û Hizbullahê li devera “Zênebiye” û herwisa li “Besatîn Bibîla” ya li derdora bajarê Şamê kirine armanc û li vê êrîşê de 2 milîsên ser bi rêjîma Îranê hatine kuştin.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku, zêdetir ji 6 milîsên din jî birîndar bûnê, lê li vê raporê de li derheq  nasnameya 2 milîsên ku hatin ekuştinê çi zaniyariyek nehatiye belavkirin.

Pêka rapora “El-Erebiye” herwisa roja Çarşemî 9ê Reşemê, mala fermandeyekî Hizbullaha Lubnanê bi navê “Elî Wehbî” li bajarê “Bint Cebîl” li başûrê Lubnanê de kevtiye ber êrîşa esmanî ya Îsraîl û mala wî hatiye teqandin lê li derheq vê yekê ku ew milîsê ser bi rêjîma Îranê hatiye kuştin an ne, ti zanyariyeke zêdetir belav nekiriye.

Herwisa Artêşa Îsraîlê ragihandiye ku roja Çarşemî 9ê Reşemê, jêrxan û enbara cebilxaneya Hizbullahê li başûrê Lubnanê de bombebaran kirine û xisarên mezine cebirxaneyî gihandine Hizbulahê.