Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Josep Borrell: “Rojhilata Navîn wek bombekê li ser teqînê ye”

12:02 - 4 Şibat 2024

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê tevî îşarekirin bi rewşa aloz a Rojhilata Navin, ew bi dizikeke ser agir şibihand ku nêzî teqînê ye û got ku divê ji hemû aliyan ve hewlê bidin ev dîzik, neteqe.

Roja Şemî 14ê Rêbendanê, Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê “Josep Borrell” li civîna Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li bajarê Brûksêlê de li derheq rewşa aloz a Rojhilata Navîn û zêdebûna aloziyan li pey êrîşa Amerîka bo ser binkeyên spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst û milîsên ser bi vê rêjîmê li Sûriye û Îraqê, daxwaz ji hemû aliyan kir ku ji zêdekirina aloziyan xwe biparêzin.

Herwisa navbirî nîgeraniya xwe li derheq rewşa aloz a Rojhilata navîn da xûyakirin û got rewş li ser teqînê ye her dem egera teqînê heye.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê li axaftinên xwe de îşare bi şerê Xezê, şerên li sînorê Lubnanê, bombebarana Îraqê û Sûriyê û êrîşa Hûsiyên Yemenê bo ser gemiyan li deryaya Sor de kir û got: “bi vê sedemê ye ku ez daxwazê ji hemû aliyan dikim ku hewlê bidin, rêgirî ji zêdebûna aloziyan bikin”.