Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexdînigî li Îranê de gihîşte 8 hezar tirîlyon Tûmenî

12:07 - 4 Şibat 2024

Pêka rapora banka navendî ya rêjîma Îranê nexdînigî li heyva sermaweza Îsal bi berhevdanîn digel heyva sermaweza sala derbasbûyî, %32 zêde bûye, lê rêjeya nexdînigî gelek zêdeir ji amara banka navendî ye.

Nexdînigî anku bênirxbûna dirafê cem xelkê li Îranê, bi qasekî zêde bûye ku berpirsên rêjîma Îranê ên wek “Elî Xamineyî” jî îtiraf bi zêdebûna nexdînigî li Îranê de kirine û pêka amarên banka navnedî ya rêjîmê zêdebûna xal bi xal li heyva sermawezê de %32 zêde bûye.

Tevê ku banka navendî ew rêjeya bi serastî neragihandiye lê arşîva amarên banka navendî dide xuya ku rêjeya nexdînigî li heyva Sermaweza sala 1401 a Rojî, 5 hezar û 907 tirîlyon Tumen bûye ku li Sermaweza  1402 a Rojî de gihîştiye 7 hezar û 780 tirîlyon Tumenî.

Sedema zêdebûna lezgîn a nexdînigî û daketina nirxa dirafê li cem xelkê bi sedema çapkirina dirafê bê piştevane li banka navendî deye ku rêjîma Îranê bo dabînkirina kêmanîn û kurtanîna bûdcê, banka navendî neçar bi çapa wî dirafî kirine.