Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Birîtaniya êrîşeke berfireh kirne ser Hûsiyên Yemenê

12:18 - 4 Şibat 2024

Li êrîşa esmanîya Birîtaniya û Amerîkayê de bo ser Hûsiyên Yemenê, 36 armanc li 13 deverên li jêr kontrola Hûsiyên yemenê hatine teqandin.

Li êrîşa berfireh a Amerîka û Birîtaniyayê li roja Şemî 14ê Rêbendanê de bo ser navendên fermandehî û kontrol, sîstemên berevaniya esmanî, enbarên cebilxaneyan, cihê bikaranîna dironan, sîstemên radar û hêlîkopterên Hûsiyan, 36 armanc li 13 deverên li jêr kontrola Hûsiyên Yemenê hatine teqandin.

Li halekê de ku Amerîka êrîşên bo ser binkeyên spaha pasdaran a terorîst li Sûriye û Îraqê cuda ji erîşên bo ser Hûsuyan dizane, ew êrîşane bo kêmkirina şiyana êrîşkirin a hêzên Hûsuiyên Yemenê bo ser gemiyan û ewlehiya deryayî binav kiriye.

Pêntagonê li derheq vê êrîşa hevpar a Birîtaniya û Amerîkayê de ragihandiye: “Em jiyan û azadiya ticareta cîhanî li yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yê cihanê de diparêzin û bo vê yekê jî em xwe ji tiştekê naparêzin”.

Serkomarê Amerîka “Joe Biden” jî pêka rapora “CNN”ê encamdana êrîşan bo ser Hûsuyên Yemenê erê kiribû.