Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê bi hêcetên siyasî mamosteyan red dike

11:07 - 5 Şibat 2024

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamosteyan dane zanîn ku 3 heta 6 hezar kes bi hêcetên olî li karpêdanan de ji aliyê Îdareya Perwerde û Hinkariyê ve hatine redkirin.

Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamosteyan bi belavkirina raporekê dane zanîn ku wezarete Perwerde û Hinkarî bi sedema “Nimêjnekirina li dema xwe, beşdariya kêm li nimêjên Înê, rêpîvana û beşdarînekirin li hilbijartinan, danîna postên siyasî li torê civakî, hicab û birêvenebiriya yasayên olî” karpêdan bi 3 heta 6 hezar kes ên xwedî şiyan bo mamostatiyê red kirine.

Ew yeka li halekê de ye ku wan kesan pileyên herî bilind li ceribandinan de bi dest xistine û îdareya Perwerde û Hînkariya Rêjîmê nekariye şiyana wan red bikê û bi vê hêcetên wiha çewt, ew red kirine.

Ji aliyê din ve 3 hezar xwendevanên olî yên keç o kur wek mamoste ji aliyê îdareya Pererde û Hînkariya rêjîmê ve hatine vergirtin ku şiyana zanistî û wanegotina wan li asta herî nizim de ye û piraniya wan ti ji zanist û waneyên zanistî nizanin û bi tenê bo geşedan bi hizra terorîstî û şerxwazaneya rêjîmê û sîxurî bi ser xwendevan û xwendekaran de li xwendingehan û zanîngehan de hatine cihgîrkirin.

Pêştir jî vê wezareta rejîmê bi hezaran xwendevanên olî wek mamoste li xwendingeh û zanîngehan de vergirtibbûn ku sendîkaya mamosteyan ew bi karekî paşvero û zivirîn bo qonaxa mektebxaneyan binav kiribû.