Roja Yekşemî 15ê Rêbendana 1402 a Rojî, heyeteke Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî” endamê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat, serdana Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşanê Kurdistana Îranê kir û ji aliyê Heyeketeke Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşan ve bi serperestiya rêzdar “Omer Îlxanîzade” ve pêşewaziya wan hate kirin.
Heyeta Hizba Dêmokrat bi hilkefta bidarvekirina 4 pêşmergên Komelê ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê ve, hevxemiya Hizba Dêmokrat bi wan ragihand û bo careke din ew kiryara rêjîma Îranê şermezar kir.
Her du aliyan tevî şeremezarkirina bidarvekirina têkoşerên Kurd, yekîtî û hevxemiya xelkê Kurdistanê û nerizayetiya xelkê bi girîng û cihê rêzgirtin û pêzanînê binav kirin û yekîtiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê li hilkeftên curbicur de û hatina li nav meydanê û beşdariya çalakaneya wan li wan boneyan de, bi nirx hate hilsengandin.
Li 9ê Rêbendana 1402 a Rojî de 4 pêşmegên Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşanê Kurdistana Îranê ji aliyê rêjîma Îslamiya Îranê ve hatine bidarvekirin. Bidarvekirina wan 4 kesane, nerizayetiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê li navxwe û derveyî welat li pey xwe anî.
Li Rojhilatê Kurdistanê de xelkê wek hertim li dijî bidarvekirina xortên xwe dengê xwe bilind kirin û hevxemiya xwe digel malbatên wan dane xuya û ew kiryara rêjîma Îslamiya Îranê şermezar kirin.