Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê çendîn pasdarên rêjîma Îranê kuştin

12:18 - 5 Şibat 2024

Li êrîşa Amerîkayê bo ser binkeyên spaha Quds û milîsên ser bi vê rêjîma li Îraqê û Sûriyê de çendîn pasdarên terorîst ên rêjîma Îranê li parêzgeha Dêrezorê de hatine kuştin.

Çendîn pasdarên rêjîma Îslamiya Îranê li êrîşa hêzên Amerîkayê de bo ser binke û saziyên spaha quds a terorîst û milîsên ser bi vê rêjîmê li parêzgeha Dêrezorê de hatine kuştin û pêka raporên belavbûyî navê wan terorîstan ew in: “Elî Husênî, Hemze Elewî, Elî Ekberî û Mihemedriza Sadat Elewî”.

Ew trorîstên rêjîma Îranê li nav milîsên “Fatimiyûn” ên ser bi rêjîma Îranê de bûne û yek ji wan terorsîtên gemar, “Elî Husênî” ye ku yek ji kesên nêzî terorîstê xweînmijê yê navnetewî “Qasim Silêmanî” bûye.

Kiryarên rêjîma Îranê li rêkxistina milîsan bo armancên wehmî yên rêjîmê li Rojhilata Navîn de tevî ku Îran ji warên cuda ve kawil kiriye, çendîn welatên din ên wek felestîn, Sûriye û Yemen jî kawil kirine û her rojê karbidestên terorîst ên vê rêjîmê li agirê şerê ku bi xwe hilkirine de dişewitin.