Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend berpirsên payebilind ên Amerêkayê egera lêdana Îranê ne erê û ne red kirin

12:22 - 5 Şibat 2024

Piştî êrîşên hêza Esmaniya Amerîka bo ser binke û navendên rêjîma Îranê û milîsên terorîst ên ser bi vê rêjîmê li Îraq û Sûriyê, çend berpirsên Amerîkayê rengehiya êrîş bo ser Îranê ne red û ne erê kirin.

Şêwirkarê Ewlehiya Koşka Sipî “Jake Sullivan” li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “NBC NEWS”ê de li redkirina rengehiya êrîş bo ser Îranê û encamdana operasiyon li nav axa Îranê de xwe parast, ew yeka li halekê de ye ku milîsên ser bi rêjîma Îranê bi piştevaniya cebilxane, malî û zanyarî ya rêjîma Îranê êrîşê ser gemiyên ticarî, binkeyên Amerîka û hêzên Hevpeymanên li dijî DAÎŞ li çendîn welatan de dikin.

Herwisa navbirî bi tekezî ragihaniye ku êrîşên zêdetir ji aliyê Amerîkayê ve dê bêne kirin.

Ji aliyê din ve jî Berdevkê Şêwreya Ewlehiya Koşka Sipî “John Kirby” li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “FOX NEWS” de hewşêweyê “Jake Sullivan” li derheq rengehiya encamdana operasiyonan li Îranê û herwisa êrîşa Amerîka bo ser Îranê ji dana her bersivekê xwe parast.

Tevî ku çendîn Senatorên Amerîkayê daxwaza êrîşkirin bo ser Îranê bi taybet palavtingehên Îranê kirine, lê heta niha ew yeka ji aliyê Serkomarê Amerîka “Joe Biden” ve nehatiye erêkirin.

Amerîkasyê tevî ku ragihandiye êrîşê bo ser Îranê nake lê daye zanîn ku hemû bijarde li hember Îranê li ser mase ne.