Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kanada û çend welatên Ewropayê de li dijî rêjîma Îranê kombûnên nerizayetiyê bi rê ve çon

11:45 - 1 Şibat 2024

Li welatên wek Kanada, Swêd û Danmarkê de kombûnên nerizayetî bi armanca şermezarkirina bidarvekirina 4 xortên Kurd, bi beşdariya endamên Hizba Dêmokrat û hejmarek ji partiyên din bi rê ve çon.

Roja Sêşemî li bajarê Stokholm li Swêdê û Kopênhag li Danmarkê û li roja Duşemî li bajarê Yotêborî li Swêdê û bajarê Toronto li Knadayê, kombûnên nerizayetî bi aramca şermezarkirina bidarvekirina 4 xortên Kurd “Muhsin Mezlûm,Mihemed Feramerzî, Pêjman Fatihî û Wefa Azerbar” bi beşdariya çalakaneya endamên Hizba Demokrat bi rê ve çon.

Endamên Hizba Dêmokrat û beşek ji endamên Komîteyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li wan welatan de bi awayekî çalak li wan kombûnan de beşdarî kirin û peyama Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê pêşkêşî beşdarbûyên wan kombûnan kirin.

Herwisa hejmarek ji endamên partî û kesayetiyên siyasî yên Kurdistanî û Îranî jî li wan kombûnan de beşdarî kirin.