Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 463an a rojnameya Agirî ku ziman halê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

14:10 - 5 Şibat 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, ji bilî gotarên nivîskar û xebatkarên di wî warî de, nûçeyên mafê mirovî jî hatine weşandin ku mijar û gotarên Agirî de wiha ne:

Rûpela 1 a 463 emîn hejmara Agirî hatiye terxankirin bo sergotar û manşêta xwe li jêr navê “Beşdarî nekirin dikare çi biguhere?”

Rûpelên 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr navê “Hîç” ku taybet bi salvegera serkevtina şoreşa gelên Îranê û xwesepandina rêjîma Îslamî, ji nivîsa Nûredîn Sofîzade.

Rûpelên 3 gotara: “Zindîkirina Kultûra Eşîran li Urmiyê bi çi armancekê ?” ji nivsîna Azad Kurdî.

Rûpela 4 ê de gotara: “Girîngiya hilbijartinê bo rêjîma Îslamiya Îranê” ji nivsîna Bêhzad Simko.

Rûpela 5 a Agirî de gotarek bi navê: “Gelo Îran berpirsyar e yan ne!?” ji nivsîna Elî Munezemî.

Rûpela 6 gotara: “Biryardar yekî din e, hilbijartin henek e” ji  Nivsîna Mojgan Elîpûr û wergêran Hesen Mukerem. 

Rûpela 7 gotara: “Roja zimanê dayîkê nêzîk dibe lê ji bo Kurdan hertim roja zimanê dayîkê ye!” ji nivsîna Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 de gotarek: “Rojavayê kurdistanê ber bi çarenivîseke nediyar ve diçe” ji nivîsa Ebdulezîz Qasim.

Rûpela 9 ê de ku rûpela taybet bi mijarên civakî ye , gotarek bi navê “Mafê Jinê tenê diruşme û bes!” ji nivisîna Vênûs Fayîq û wergêrana Hesen Mukerem çap bûye.

Rûpela 10 ê hatiye terxankirin bo gotareke banghêjî li jêr navê “Em dereng nemînin”  ji nivîs û banga Mustafa Ozçelîk Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Rûpela 11 ê a 463 emîn hejmara Rojnameya Agirî de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî hatiye terxankirin bo postêrekê bi diruşma “EM IN EM KURDIN, DIXWAZIN BIGRIN, KURDISTANA XWE” postêr temsîla îradeya berxwedanî û yekîtî û hêza yekrêziya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dike, ku gel bi hêcetên cuda cuda ji hevdu xwedî derdikeve û hêza xwe bi dujmin re dide xuyakirin, ev Poster jî bi ked û zehmeta Serbest Urmiye hatiye amade kirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” dikarin serdana vê Lînkê bikin.