Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê êrîşên xwe bo ser Lubnanê dest pêkirin

17:00 - 5 Şibat 2024

Artêşa Îsraîl bi belavkirina daxuyaniyekê, bas ji destpêkirina êrîşên xwe bo ser milîsên Hizbullahê, li başûrê Lubnanê de kir.

Pêka daxuyaniya Artêşa Îsraîl, balafirên şerker ên Îsraîl, navenda fermandehiya Hizbullaha Lubnanê û bînayeke leşkerî û yek ji navendên dîdebanî yên hizbullahê teqandine.

Artêşa Îsraîlê heta niha li derheq xisarên canî û malî yên wan êrîşan ti zanyariyek belav nekiriye.

Ji destpêka şerê Îsraîl digel milîsên Hemasê ve heta niha, şer û pevçon li navbera Îsraîl û milîsên wek Hizbulla Lubnanê li deverên sînorî yên Lubnan û Îsraîlê de berfirehtir bûne.

Amerîka û piraniya welatên Ewropayê, Hemas û Hizbullaha Lubnanê bi girûpên terorîstî nas dikin.